Çar Leheng
Çar Leheng

LÎS YAYINEVI

Çar Leheng

Ürün Kodu:9786059014724
features600 TL üzeri ücretsiz kargo
featuresDeğişim yapılmamaktadır
Ürün Açıklaması
Di pirtûkoka "Çar Leheng" de, Apê me Osman Sebrî bi zimanekî rewan û berdil behsa lehengîya çend mêrxasên Kurd dike ku serî li hemberî sitemkarî û zordarîya dewleta Tirk hildaye û navên xwe bi tîpên zêrîn di deftera niştimanperwerîya Kurdistanê de nivîsandine.Ji Ferzendeyê xweşmêr bigire ku wekî siwarekî çak ê Serîhildana Agirîyê tê naskirin û cihê bawerîya fermandarê Kurd Îhsan Nûrî Paşa bû, heta bi Seyîdxan, Silêman Axa, Mistefa û Remezanê ku bi tena serê xwe li hemberî du alayîyên dijmin şer kir û nêzî heftê leşker kuştin û birîndar kirin. Lehengê dawî jî Adil Beg e ku rûmeta xwe li pêşberî mifrezeya leşkeran neşikand û bêbavîya efserê Tirk danequrtand û ew û mifrezeya wî di xwînê de vegevizandin.Apê me Osman Sebrî ku bi xwe xweşmêrekî Kurd ê welatperwer e û salên jîyana xwe bi temamî di nav zindan, jankêşî û derbiderîyê de derbas kirine; bi pênûsa xwe ya tûj pesinê qehremanîya Kurdistanîyên duh dike ku meydana Kurdperwerîyê tu carî ji wan xalî nebûye.
SEPETE EKLE
Yorumlar
Bu ürün için henüz yorum yapılmamış.

Çok Satanlar