Cildê sêyem e “Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî” ku ji Dûrik, Qewl, Lorî, Methelok û Mamikan pêk tê, derket. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatiye amadekirin.Rojnameya Roja Nû ji hêla Kamiran Bedirxan ve li Bêrûdê di navbera salên 1943-46an tê weşandin. Zimanê rojnameyê kurdî û fransî ye û bi tevahî 73 hejmar derçûne. Herçiqasî rojnameyeke siyasî be jî tê de têra xwe cureyên edebiyata kurdî ya gelêrî jî cih digirin. Ev yek jî wê hesasiyet û nêrîna Kamiran Bedirxan a li hemberî edebiyata gelêrî nîşan dide. Ji ber ku ev edebiyata gelêrî -ew wê wek edebiyata welatî jî bi nav dike- jîna milet e; hiş û heyata milet e; germ, rengîn, bibêhn û xwedan ronahî ye.Cureyên edebiyata kurdî ya gelêrî ku di rojnameya Roja Nû de cih girtine me di 3 cildan de anîn cem hev. Di cilda pêşî de me cih dabû çîrok û serpêhatiyan û di ya duyem de jî me hinek cureyên helbesta gelêrî wek stran û şer kom kiribûn.Ev xebata berdest jî cilda sêyem a dawî ye û tê de cureyên din ên helbesta gelêrî wek dûrik, qewl, Devamını Göster