“Ev pirtûka di destê we de ji nijada hakimên (mîrek) şêrwanê salix dide.Der barê mîrekên Şêrwanê de “Şerefname” û “Tarîxul Kurd û Wel Kurdistan”ê jî gotin dikin.Li gorî daner Salihê kurê Budaq û Şerefname û “Tarîxul Kurd û Wel Kurdistan”ê mîrekên Şêrwanê ji nesla eyûbiyan in û ji Misrê hatine Heskîfê, piştre ji wir jî çûne Şêrwanê.Di Şerefnameyê de tê gotin: Li gorî rîwayetekê navê Şêrwan ji van mîrekan tê ku ew ji Şêrwana Mezin a Ezerbêcanê ne û ew nav li Kufrayê danîne.Mijara mîrekên Şêrwanê di pirtûkên dîrokî de pir kin derbas dibe, lê Salihê kurê Budaq, ku hikimdarê dawîn ê ji van mîrekan e, dema wî mijar hildaye dest, gelekî kûr li ser sekiniye.