Ehmedê Xanî-Mem û Zîn
Ehmedê Xanî-Mem û Zîn

BELKÎ

Ehmedê Xanî-Mem û Zîn

Ürün Kodu:9786055071196
features150 TL üzeri ücretsiz kargo
features10 gün içinde iade değişim
Ürün Açıklaması
Ehmedê Xanî dîsa vedigere ser huriyet û dadmendiya ku ew ê bide destê gelê kurd û civaka kurd. Ji ber vê yekê Xanî pir li Stî û Zînê miqate ye. Li gorî Xanî Stî û Zîn periyên qesra Mîr in. Mîr li Botan, li dilê Kurdistanê otorîteyek e. Li gorî Xanî ku mirov vê otorîteyê bide destê civaka kurdan divê mirov ji hundirê qesrê dest bi têkoşîna xwe bike. Ehmedê Xanî Stî û Zîn wek dadmendî û azadiyê dîtine û wî ji nav şahiya îda Newrozê rahiştiye wan û ew birine qesra Mîr. Li gorî Xanî divê qesra Mîr bi bedewbûn û xweşikbûna Stî û Zînê bixemile. Her çiqasî ji civaka kurd re otorîte û desthilatdarî pêwîst be jî divê ev otorîte bi xweşikbûn û bedewbûna dadmendî û azadbûnê were pênasekirin. Otorîte û desthilatdariya bêdad û azadî pêkûtî û tirsê belav dike. Bi rastî jî tişta ku Xanî ji Platon, T. Hobbes û J.J. Rousseau cuda dike ev xeml û nîşanên dadmendî û azadiyê ne.
SEPETE EKLE
Yorumlar
Bu ürün için henüz yorum yapılmamış.

Çok Satanlar