Hamlet, yek ji girîngtirîn şanonameyên cîhanê û yên William Shakespeareê şanonûs, helbestkar û ekterê Îngilîz, li jêr rêza pirtûkan a bi navê Şano, Hemû Lîstikên Wî, li dû xebata Kawa Nemir a bi salan, wekî yek ji parçeyên hemû berhemên William Shakespeare û berhema pêşîn a vê rêzê hate weşandin, ku dê bi dû re, di nava demeke nêzîk de, şanonameyên Shakespeare ên bi navê Xewna Şeveke Havînê û Romeo û Juliet jî bêne weşandin, di pey wan re jî, Othello û Macbeth.William Shakespeareê helbestkar, şanoger, şanonûs û ekterê Îngilîz ê mezin, di 23'yê Avrêla 1564'an de, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Ew di 26'ê Avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin) û di 23'yê Avrêla 1616'an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye.Shakespeare yek ji mezintirîn helbestkar û şanonûsên dîroka wêje û şanoya cîhanê ye. Bi dehan qerekter û pêlewanên ku wî bi şanonameyên xwe afirandine, ji hemû serdeman re bûne çavkanî. Soneyên wî yên ku helbestên dildarî û hezkirinê ne, y Devamını Göster