“Te xêr e? Xuya ye derdekî te heye, ka bêje!”“Erê, qey tu nizanî Kreon ferman daye kuji herdu birayên me yekî bispêrin axê û yê din nespêrin.Weku dibêjin, Eteoklîs bi dadwerî, li gor rê û resmê olîbi nirxên şahdetiya ku şehîdan dikevin binax kiriyeda ku birûmetî û serbilindî here welatê miriyan.Lê ferman daye ku tu kes termê Polînîkîsî ku bi birînênxedar bêcan mayî nesipêre axê û jê re şînê negire!Mîna kelaxekî mirdar ser rûyê erdê bêgor bimîne,bibe nûşî canê teyr û tûrên, seg û gurên dirindeku çavbirçî û har ji sibê heya êvarî li xwarinê digerin.”Axaftina navbera du xwişkan, Ismînî dipirse û Antîgonî dilê xwe vedike.Ev tragedyaya ku 2500 sal berê li Yewnana Antîk hatiye nivîsandin, vêga li Kurdistanê, welatê miriyên bêserûşûn konê xwe vedide. Kurdiya Antîgonî îthaf e ji Dayikên Şemiyê û wan miriyên bêkêl û gor re...