Bajar Edebiyat û Cizîra BotanPeywendiya bajar û edebiyatê di pêvajoya şaristaniyê de amaje bi jîngeha afirîner û gulvedana hest û xeyalên mirovî dike. Bajar di nav lêkdanên siruşta bêserûber de damezirandina jîngeheke mirovî û rêkxistina cîhaneke pênasekirî û sift e. Edebiyat jî di encama lêkdan û lêgerîna hest û xeyalên mirovê bajarî de peyda dibe ku di vê cîhana biçûk a rêkxistî de li dû asûdeyî û aramiya hiş û giyanê xwe digere