Ev kitêb bi dû jiyan û şiîra Hayim Nahman Bialik (1873-1934) dikeve di nav peywendaedebiyata neteweyî ya Ewropaya navbera Şoreşa Fransayê û Yekem Şerê Cîhanê ûdestnîşan dike bê çawa vejîna ibranî wek zimanekî axaftinê han daye û alîkariyaafirandina çandeke ibranî ya modern a neteweyî kiriye.Nivîskar bi paşxaneya Bialik a li Împaretoriya Çarîst dest pê dike û bêhêzbûna cihûyanîzeh dike di peywenda Ewropaya Rojhilat a dawiya sedsala nozdemîn de. Her ku antî-semitîzm xurt dibû, Bialik li ser bingeha Kitêba Pîroz û nerîta xexaman bi şiîrên neo-pêxemberane, şiîrên evînê, şiîrên ji bo zarokan û şiîrên gelêrî xitabî tatêlên cihûyan kir ûdi nav tevgera îbranî ya neteweyî de derket pêş. Ev kitêb wergera gelek şiîrên temsilîyên Bialik jî pêşkêş dike. Ligel vê, çendîn şairên neteweyî yên Ewropayê jî tênnirxandin, mîna ji Yewnanistanê Solomos, ji Polendê Mickiewicz, ji Ukreynê Şevçenko, jiSirbistanê Njegoš, ji Meceristanê Petőfi û ji Ayrlendê Yeats. Aberbach angaşt dike,Bialik, wek şairekî cihû yê Devamını Göster