Destana Dewrêşê Evdî ji herêma Serhedê bigrin heya Rihayê, ji Rihayê bigrin heya herema Şengalê, di nav erdnigariya kurdan de hem di nava kurdên misilman de, hem jî di nav kurdên êzîdî de tê vegotin. Çîroka Dewrêşê Evdî her çendî di hin herêmên kurdan de rastî hin guherînan hatibe jî metnê eslî hatiye parastin. Destan her çiqas behsa şerên ku di navbera eşîran de qewimiye bike jî bi salên ku di ser bihurîne ji bo kurdan bûye destaneke netewî.