Payîza dereng. Bi metirsîyeke erjeng, kitana xwe bi ser serê xwe dadike û di ber xwe de diponije hîv. Awirên hîvê yên xwe ji şevê vedidizin, yên ku ji şermê rûyê xwe ji şevê vedişêrin, dikin ku şev li sîya xwe bilikume. Kiras bi ser kirês de li xwe dike û reş dixeniqe hêdî hêdî. Bayê ku bi kelecahdeke şaşwaz, qetqetî û belawela ku nizane ber bi kuderê ve bisûre, bi toz û tirabêlka deştê, şevê distirê. Şewqên li hawirdora hewşê bi hêlanî lê dînokî doş dibin, li ser sîya pelên li ber bê vedilîzin, diqusin. Xuşîna pel û şaxên darên hewşê yên ku payîzê newqa wan tewandibû, bi bê re xwe li binguhê têledirîyên ser dîwêr û derîyê heta ser piştê vekirî, dixist. Ecacokê pûş û qirşikên pirêzeyên şewitî tevî toz û tirabêlkê di derî û pencereyên xanîyê li xewleyê gund re dixist hundir.Bêhna pirêzeyê û bêhna xanîyê li xewle li hev banîyan. Dengê çîrokên bi pîşo paçînkirî ji dîwaran diçizirî. Kûçikên li hewşa pêş û paşî, ji hîva rûnixumandî tirsnaktir û ji ecacokê hartir, gez dikin bê. Qirşikên şewi Devamını Göster