Dîwan -Rezê Jiyanê-Seydayê Mela Eladîn wek nivîskar û şaîrekî ji ekola klasîk e , tehm û lezzeta ziman û şêweyê vê edebiyatê di kirasekî nû de gîhandiye roja me ya îro. Dîwana wî ji aliyê ruxsarî ve bi wezna ‘erûzê hatiye nivîsîn. ‘Erûz jî binyad û xîmekî edebiyata klasîk ê şeklî ye. Naveroke dîwanê mijarên ku tê de cîh girtine bi piranî hikmet, bawerî, welatparêzî, evîn û dîrok e ku di vê helê de rengîn û zengîn e. wekî din jî pirreng û pirdeng, bibe pir di navbera do û îro de.