Ev berhema ku destpêkê ji bo bibîranîna 300 saliya Mem û Zînê hatibû amadekirin ji çend beşan pêk tê. Beşê yekê bi xebatên li ser Ehmedê Xanî dest pê dike. Di vî beşî de ji destpêkê heta nivîsandina vê berhemê, tiştên li ser Xanî hatine nivîsandin tên nirxandin. Beşê duduyan li ser jiyana Ehmedê Xanî ye. Di vir de agahiyên cuda yên li ser jiyana Xanî tên pêşkêşkirin.Beşê sisêyan li ser dewra Ehmedê Xanî ye. Nivîskar panoramayeke cîhanî û Kurdistanî ya dewra jiyana Xanî bi awayekî sivik li ber çavê xwendevanan radixe da ku karibe Xanî baştir bide nasandin û fahmkirin. Bîrûbaweriyên Xanî yên li ser rewşa kurdan, daxwazên wî yên li ser avabûna dewleteke kurdî jî di vî beşî de ne.Beşê çaran, li ser bîrûbaweriyên Ehmedê Xanî yên felsefî û tesewufî ye. Di vir de li ser wê yekê muhaweleyek heye ku gelo di meseleyên felsefî, dînî û tesewufî de Xanî li kû derê radiweste, xwedanê çi mewquf û dî Devamını Göster