Erdnîgarîya Kurdistanê-II: WanAbdurrahman ÖnenNIVÎSA BERGA PAŞErdnîgarî mijar û dîsîplîneke zanistî ya gelek berfireh û xwedî gelek şaxên cur bi cur e: Şiklên erdê (çem, çiya, deşt û hwd), av û hewa (îklîm), tevgerên volkanî, erdhej, aborî (çandinî, bazirganî, endustrî û hwd), dewlemendiyên sererd û binerd, ji hin beşên wê ne. Lê di vê xebatê de mijarên sereke nav û belavbûna şiklên erdê û navê mezre, gund, navçe û wilayetan e. Ev nayê wê wateyê ku mijarên din qet nehatine lêkolîn û nivîsîn, bi qasî îmkan û derfetan gelek mijarên din jî di nav vê xebatê de hene.Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene.Mamoste Abdurrahman Önen li dor 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyaye. Digel lêkolînên xwe yên teorîk, wî rasterast bi xelkê mezre, gund û navçeyan re hevdîtin pêk anîne û li gor wê navên mezre, gund û navçeyên Wanê yên Kurdî û Tirkî; Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. ên Wanê di vê Devamını Göster