Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî, rola xebatên folklore di geşekirina nasnameya kurdî ya neteweyî de vedikolîne. Binemaya vê xebatê, nemaze nivîs û weşanên di navbera salên 1898-1946 de weşiyane ku zêdetir ên rewşenbîrên Bakur in.Herweku tê zanîn, di navbera xebatên folklorê û geşekirina hizra netewetî û nasnameya neteweyî de pêwendiyeke xurt heye. Li gelek welatên cîhanê, li ser vê babetê bi sedan lêkolînên akademîk hatine encamdan. Rewşenbîrên kurd, di serê sedsala 20. de di nav gelek tevgerên siyasî û rewşenbîrî de cih girtine. Ji bilî xebatên din, wan li ser edebiyat û folklora kurdî jî lêkolîn kirine. Ji nivîsên wan diyar dibe ku haya wan ji rewşenbîrên Rojavayî hene, bi rewşenbîrên Osmanî re jî têkildar in û xebatên wan dişopînin. Herweha ji girîngîpêdana wan a ji bo berhevkirin û parastina keresteyên folklora kurdî jî aşkere ye ku ew di bin karîgeriya netewetiya romantîk a sedsala 19. de ne. Devamını Göster