Ehmedê Xanî yek ji rêberên wêjeya kurdî ye. Wî herhal ji her kesî zêdetir qîmet daye kurdî û bi kurdî berhevm nivîsandiye. Ji ber girîngiya Xanî û hêjabûna berhemên wî ev 300 sal in berhemên wî her carê li cihekê bi awayekî têne çapkirin. Vê carê Weşanên Lîsê xwe da ber vî barî û hemû pirtûkên Xanî di pirtûkekê de bi navê Hemû Berhem weşand.Weşanxaneyê bi gotina Mirov dikare bi dilfirehî destnîşan bike, ku bi hêza xwe ya wêjekariyê ve Ehmedê Xanî yekane şexsiyetê kurd e desthilatdariyeke bi vî rengî bi dest xistiye. Dengê wî yê bilind û pirşax, bi riya deqa hemû berhemên wî, ev zêdeyî sê sed salan e li paşxaneya hişê me, li bîra Kurdbûnê deng vedide. Çapkirin û belavkirina hemû berhemên Ehmedê Xanîyê xwediyê derd û kula me, ji vî awirî ve, karekî derengmayî ye berhem pêşkêş kiriye.Berhemên Ehmedê Xanî yên ku bi saya serê destnivîsên cur bi cur gihiştîne îro; mesnewiya wî ya mezin a bi navê Mem û Zîn, ferhenga bi navê Nûbara Biçûkan a ku Xanî ji bo zarokên kurd amade kiriye, da ku ew bi Devamını Göster