Kela Dimdimê, Xanê Lepzerîn yek ji destanên neteweyî ya kurdan e. Ev destan li ser bingeha şerekî dîrokî hatîye avakirin. Mêrxasîya Xanê Kurdan û berxwedana niştecihên Kela Dimdimê di dîroka gelê kurd da cihê xwe girtîye. Malbata Celîlan bi salan li gelek deverên Kurdistanê berhevkarî kirîye û gelek şaxên vê destanê qeyd kirine. Di vê pirtûkê da sêzdeh şaxên Kela Dimdimê, Xanê Lepzêrîn hene.