“Ji xeynî min tu kêmasiyên min nînin” dibêje Franz Kafka di derheq xwe de. Albert Camûsê ku hema bêje li her derê navê wî bi hebûnweriya Jean-Paul Sartre re tê hilanîn jî wiha dibêje derheq Kafka de; “Nivîskarê ku me dibe dawiya sînorên fikra mirovahiyê.” Baş lê kesekî ku problema wî kêmahisa wî bi xwe be, ew xwe bi awayekî ‘tune’ bihesibîne dê çawa me bibe sînorên dawîn ên mirovahiyê? Nebe ku bersiva lêpirsînên me di vê berhemê de bin?"Ji evîna me re aramî nîne, xeyal dikim, tirbekê disêwirim. Tirbeke kûr û teng ku em tê de mîna kelbetanan hevûdu hemêz bikin, ez rûyê xwe di rûyê te de, tu rûyê xwe di rûyê min de veşêrî û êdî tu kes qet nikare me bibîne.""-Li ba me kêmahiya rêzgirtina li hember meqaman tune, ne ku te jî ew bixwe got.- Lê ew rêzgirtineke şaş e, got K. Rêzgirtineke nelicih, rêzgirtinên wiha, tiştê ku rêz lê tê girtin piçûk dike.""Min carê bihîstibû ku xortekî ciwan şev û roj bi fiki Devamını Göster