Helbestkar û nivîskarê nemir Ap Osman Sebrî yê ku di 57 hejmarên Hawarê de ji nîvîyê bêhtir nivîsên wî hatine weşandin, di heştê û heşt salên temenê xwe yê dirêj de, hema hema di her warê nivîsînê de berhem dane.Ev berhema bi navê "Li Goristaneke Amedê" ji çîrokên nivîskêr ên ku ji Hawar û Ronahîyê hatine wergirtin pêk hatiye, li gor mêjûya nivîsandina wan hatine rêzkirin û hatine berhevkirin di di pirtûkekê de.Berhema ku ji deh çîrokan pêk tê bi çîroka bi navê "Li Pêşberê Yarê" dest pê dike ku bi şêwevegotina nameyê û bi awayê xîtabî hatiye nivîsandin. Xîtab ji devê lehengê çîrokê, an ku ji devê çîroknivîs bi xwe, bi awayê helbestî hatiye kirin.Di çîroka "Li Goristaneke Amedê" de; lehengê ku ji ber bêhntengîya xwe dihere kevîya Behra Sor, li wê derê ji ser hişê xwe ve dihere û dikeve deryaya xeyalan, derûnîya hemû rewşenbîr û pêşewayên Kurd ku ji welatê xwe dûr ketine, vedibêje.Çîroka "Şeytanqûnî" ku ji sê beşan pêk tê, li ser hîmê xurefeyên di nav çanda Kurdî de ava bûye. Heger ev çî Devamını Göster