Di vê pirtûkê da 10 çîrokbêj û 44 berhemên wan hene. Rêdî Seîd nêzî heft salan mîna derwêşan li gundan û civatan bû mêvan û wî ew berhemên mîrateya me ya devkî qeyd kirin, bi baldarî deşîfre kirin û li ser kaxizê raxistin, ango ew ji mirinê rizgar kirin.