Nehcul Enam & Eqîdeya ÎmanêNehcul-Enam, berhemeke Mela Xelîlê Sêrtî ye, ku ew di gelek beşên ilmî de pispor bûye û di wan beşana de kitêb nivîsîne; herwekî gramer, mentiq, munazere, cedel, wezi‘, eqîde, hedîs, fiqih, tefsîr, tecwîd, tesewif, mewlid, şemail…Ev Nehcul-Enam jî kitêbeke Seyda ya dîdaktîk û fêrkariyê ye ku eqîde û exlaq û adaban nîşanî zarokan dide. Li medreseyên Kurdistanê kitêbek ji kitêbên rêzê yê pêşîn e. Ji hêla zimanî û wezn û qafiyeyê ve berhemeke hêja û serkeftî ye. Qafiyeya wê bi terz û teherê mesnewiyê hûnandî ye.Nehcul-Enam, ji du birran pêktê. Birrê yekem, yê eqîdeyê ye ku mijarên teolojîk û kelamî di xwe de dihewîne, herwekî: Sîfetên Xwedê, xeybiyat, nubuwwat, fezîleta sehabiyan, qedîmtiya heyûlayê, tayînkirina îmam/xelîfe, qeder, elametên qiyametê, îmamê mezheban…Birrê duyem jî, birrê tesewuf û exlaq û adaban e, ku behsa van tiştan dike: Nexweşiyên dil, tefekura di nefsa xwe û kaînatê de, tobe, hînbûna di rêya Xwedê de, wezîfeya heft organên meriv, adabên xwa Devamını Göster