PÊŞGOTINPeydabûna berhemên li ser zimanê kurdî ku di demên kevin da hatine nivîsîn, ji bo tarîxa xebatên zimanê kurdî gelekî giring e. Yek ji van berheman jî ya Mela Mistefayî ye ku bi navê “Rahênanên Zimanê Kurdî”yê ye û di sala 1880î da hatîye nivîsîn. Navê berhemê ne ji alîyê Mela Mistefayî ve, lê ji alîyê A. Jabayî ve û bi fransizî wekî “Exercices de la Langue Kurde”yê hatîye danîn ku kurdîya wê dibe “Rahênanên Zimanê Kurdî”. Ev berhema Mele Mistefayî jî wekî berhemên din gelekî giring e ku di koleksîyona Jabayî da cih girtine.Mela Mistefayî ev berhem ji bo fêrkirina kurdîya kurmancî ya A. Jabayî amade kirîye û berhemeka rahênanî ye. Mela Mistefayî li alîyê rastê ve mînak rêz kirine, bi dû ra jî Jabayî xwendina van mînakan bi latînî nivîsîye û li nik wan jî wergêrana wan a fransizî nivîsîye. Dema ku em vê keda Jabayî bidin ber çavan, em dikarin bibêjin ku Jaba nivîskarê duyem yê vê berhemê ye. Di xebatê da li ser mijarên rêzimanî yên wekî dem, rawe û avahîyê, zêdetirî heşt sed mîna Devamını Göster