Mîtolojî, xîmê dîroka miletan e. Dema behsa mîtolojiya Kurdî bibe ewil çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv.Ristemê Zal, tê bawerkirin ku ji giregirên Eşkaniyan qehremanek bûye. Paşê di nav destanên Îranî de hin taybetmendiyên mîtolojîk hatine spartin bi bal wî. Ew her dem alîgirê qenciyê ye, li hember dêw û bedkaran her şer û ceng kiriye û bi ser ketiye. Di edebiyata Îranê ya piştî Îslamê de, herweha di edebiyata dîwanî û tesewûfî de jî ew lehengekî pir bibandor e. Navê wî, remz û nîşana pêlewaniyê ye. Di edebiyata Kurdî ya zargotinî de jî Ristem, zîrweya pêlewaniyê ye.Xurşîd Mîrzengî jî di biçûkiya xwe de ji malbat û cîranên xwe 3 çîrokên Ristemê Zal guhdarî kirine, ta mezinbûna xwe jî di bîra wî de mane. Rojekê li Parîsê ew û dostekî xwe li ser mîtolojiyê qise dikin. Xurşîd behsa çîrokên Ristem û zarokiya xwe dike. Dostê wî dibêje: “Te nivîsîne?”Ev pirs, dibe sedem ku Xurşîd bi pey çîrokên Ristem bikeve. Ewil çîrokên di hişê xwe de dinivîse. Paşê li Awrûpa ji civaka me ya penaber 14 ç Devamını Göster