Roman li gorî rasteqîniya hundirîn a romanê bi gelek hêman û elementan hatiye avakirin: Yasînê lehengê romanê; ku di navbera gelek Xelîl û Celîlan de diçe û tê û nizane ka kîjan dêrê yan jî mizgeftê hilbijêre û lehengiya wî bi liv û tevgerên lehengên dîtir tê aşkerakirin û ew ji aliyekî ve jî û bi awayekî nixumandî dibe neleheng (antihero) û gelek tiştên der heqê wî de guhnedêriya wî dinimînin. Peymana ku mêbûna xwe ya “jirêze” nade bi “jirêzederbûna” jinên dîtir û her wiha bêyî ku xwe bike endameke femînîstiya li gorî sîsteman hatî îdeolojîzekirin, mêbûna xwe diparêze. Nûrşena dilketiya Yasîn ku di nav evîna xwe û xwe de maye. Helbesta ku jiyana wê bi likumandinê ava bûye. Silêmanê ku bi awayekî dijminane li hember çekdaran dixebite û dareke dîtir li darê kurman zêde dike.Mamoste Mûsayê ku ligel her tiştî bi karê welatparêziyê dadikeve. Balaya keça Azerî ku di nav behra evîna Simko û qehpîtiyê de hînî melevaniyeke bêhempa bûye. Yilmazê çepgir û sosyalîst ku ji xelkê Enedoluyê ye û dik Devamını Göster