Lêkolînên li ser qadên cuda yên çanda kurdî, dewlemendiya mythos û destanên vê çandê bi zelalî nîşan dide. Di vê çarçoveyê de dikare bê gotin ku çanda kurdî xwedî hemû cureyên mythos û destanên neteweyî yên lehengî ye. Afirandina dinyayê, çêbûna insanî, çîroka damezirêner, çîrokên lehengên kevne-mînak û hwd. di çanda devkî û nivîskî ya kurdî de bi awayekî kûr hatine gotin. Yek ji sahayên edebî ku çîrokên jor tê de xuya dibin, Şahnameyên Kurdî ne. Şahnameyên Kurdî, neynika tarîxa efsanewî, serhildan û têkoşîn, lehengên neteweyî û rizgarker, serfirazî, dilxweşî û xemgînî, zayîn û mirin, evîn û evîndariya kurdan in. Ew metn, behsa serdemeke zêrîn dikin ku leheng tenê ji bo parastina ax û gel her tim amade ne, û li hemberî dêw, ejdeha û dijmin şer dikin. Ji ber vê jî nasîn, têgihiştin û dubarekirina wan metnan ji bo kurdan gelekî girîng e.Di nav wan lehengên serfiraz de ku jiyan û serpêhatiyên wan di Şahnameyên Kurdî de hatine beyankirin, bê guman yê herî berbiçav û nasrav Rustemê Zal e. R Devamını Göster