Şerefname Tewarîxê Qedîmê KurdistanŞerefname jêdereke esasî ya dîroka Kurdan e; ji aliyê dîrokzan û hikumdarê Mîrektiya Bidlîsê Şeref Xanê Bidlîsî ve di sala 1597an de bi zimanê Farisî hatiye nivîsîn.François Bernard Charmoy -ku wergêrê Şerefnameyê yê bal Fransî ye- derbarê girîngiya wê de wiha dibêje: “Rêbaza dîrokzaniya Şerefuddîn, ji uslûba bi şetafet a dîrokzanên Rojhilatî dûr e, sade ye û herikbariyeke mezin di xwe de dihewîne. Meriv di rîwayetên tê de neqilbûyî de, rastî pir kêm nakokiyan tê.” Herwiha Kurdologê navdar Bazil Nikitîn jî Şerefnameyê wek baştirîn çavkaniya dîroka Kurdistanê ya sedsala 16an dide naskirin.Vêca ev berhema ku ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê pir biqîmet e, cara pêşî di sala 1858an de ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) ve bi navê “Tewarîxê Qedîmê Kurdistan” ji eslê wê yê Farisî bal Kurdiya Kurmancî ve hatiye tercumekirin. Tewarîxê Qedîmê Kurdistan di dîroka pexşan û wergera Kurdî de jî girîngiyeke xwe ya taybet heye. Herçend ku berî wê bi Kurmancî du- Devamını Göster