Bîranînên siyasetmedar û zanyarê kurd Îsmet Şerîf Wanlî ku di 2005an de ji Hoşeng Sebrî (kurê Osman Sebrî) re şandîye û wesîyet kirîye ku piştî wefata wî werin belavkirin. Pirtûk wek naverok ji sê dewreyên têkoşîna Ismet Şerîf pêk tê: Dewra zaroktî, dibistan, xortanî û destpêka kurdîtîyê li ba wî, dewra duwem: Unîversîte, çalakîyên siyasî, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê, têkilîya bi şoreşa Kurdistana Iraqê û Mela Mistefa Barzanî re, têkilîyên bi Îsraîlê re û heta salên 1975an ku şoreşa kurdan têk diçe.