Te di nameya xwe de nivîsiye, dibêjî:“Va ye em neh roj in li Wanê ne;Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik ê bajêr hilkêşin.Hemû berêvaran bi derpêyekî xetxetîDi pencereyê de temaşe dikim:Navenda Wanê, çiqas bibêjî xweş eÇiyayên wê gerdenkeş û baxçeyên wê gelek rengîn inKeçikên wê jî: kezîdirêj ûBejinşorr ûGelek nermîn in.”Te nivîsiye, dibêjî:“Di vê hotelê de, ne bi tenê ez im yê penaberEm du hezar û pêncsed kes inPolîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik ê bajêr hilkêşin.”— Axir Wan jî her niştîmanê me yeBiray şîrînim,Wan jîHer niştîmanê me ye.