Kovara Sûretgrafê bi hejmara xwe ya ewil derket, kovara ku weke naverok cih dide nivîsên teknîka fotografê, foto-dosya, röportaj, werger û çîrokên fotografîk, di heman demê de pêşbaziyeka fotografan li dar dixe û ji kesên qezenckirî re fotograf makîneyên kompakt dişîne…Me di vê hejmara ewil de ligel nivîs, foto-dosya, teknîka fotografê, çîrokên mînîmal ên fotografîk, cih da du roportajan jî, yek jê ligel fotografkarê navdar ê kurd Enver Ozkahraman bû ku bo me cihê şanazî û motîvasyonê bû. Her wiha gelek fotografkar û nivîskaran jî bi berhemên xwe sûra me ya fotografê bilind kirin. Em spasiya hemû nivîskar û fotografkarên xwe dikin.Xwînerên hêja yên SûretGrafê, kovara me ne tenê ji bo fotografkarên profesyonel e, di heman demê de kesên amator ku dil dane fotografê, kesên li ser fotografê dixwînin û dinivîsin, kesên li pey çîrokeka fotografîk ketine û bo wan hemû kesan e ku ligel fotografiyê pêwendiyeka wan a qewî yan jî sist heye. Hûn dikarin li ser fotografeka xwe ya zaroktiyê jî ji me Devamını Göster