Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê, ku ji aliyê vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn, bi nêrîna dîsîplînên rexneya edebî, antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên pênaseyî, naverokî û zimanî yên edebiyata kurdî.Tîr û Armanc, tevî kêmasiyên xwe, namzed e ji bo vîtrîna rexneya edebî ya kurdî ku ev çend sal in daye pey nasnameyeke akademîk. Hêvî ew e ku bibe zemînek ji bo pêşketina rexneyeke akademîk; lewre ew teyaqûz û hişyariya ji gotarên vê koleksiyonê dipengize, pariyek jî ji taybetiya wê xwendina akademîk tê. Tîr û Armanc her wiha wek nîşaneyeke çalakiya zimanî jî balkêş e, anku wek nîşaneya derbasbûna ji xwendina şexsî ya berhemên edebî bo rexneyên dûv Devamını Göster