“Em nikarin welêt biguherînin. Ka were em mijarê biguherînin.”Ulysses, James Joyce“Bikaranîna Odîssiyê ya Joyceî bi şêweyekî terîb… giringiya xwe ya vedîtineke zanistî heye… Ev yekser şêweyekî kontrolkirinê, birêkûpêkkirinê, dayîna dirûvekî û wateyekê bi panoramaya bêserî û bêbinî ya bêçuneyiyê û geremolê ye ku mêjûya hevçerx e… Ev, ez bi micidî pê bawer im, pêngavek e berev mimkinkirina cîhana modêrn bo hunerê.”T. S. Eliot“Ulyssesê bi têra xwe nûr-nedera xwe ya gilî-gotinan heye ku pirr û gelek romanan raxe… Dijwar e ku hûn şayeseke kamiltir a mirovê siruştî peyda bikin.”Harold Bloom“Berhema Joyceî ne der barê qewamê de ye, ew qewam bi xwe ye.”Samuel Beckett“Kawa Nemirî ji bo wergera Ulyssesê çavkaniyên kurdiyê hemû seferber kirine û bi vê rêyê re çaviyên edebiyata potansiyel ya di zimanê kurdî de vekirine… wisa ku careke din biçespîne ku zimanê lawaz nîne, meger xwîner lawaz bin.Xwendineke oqyanosî li ber me xwînerên kurdiyê ye vê carê.”Ergîn Sertem“Wergera bi kurdî ya Ulyssesa James Devamını Göster