Tew nebe ji bo me kurdên bakur mirov dikare bêje ku her roja ku diçe pirtir mirov dixwazin dîroka kurdan hîn bibin. Ev 30 sal in ku li bakur pirtûkên di mijarê de balê dikişînin. Di dawiya dawî de her kurdek dê rojekê meraq bike bê ew ji hatine, wan çi kirine û çi hatiye serê wan.Weşanxaneyên kurd hem bi kurdî hem bi tirkî di vî warî de gelek pirtûk çap kirine. Em bêjin ku yên tirkî jî divê rojekê bi kurdî bên çapkirin û derbas bibin.Weşanxaneya Lîs bi pirtûka Refîq Hilmî ya bi navê Yadaşt vê hewildana ronîkirina me didomîne. Weşanxaneyê berî biha jî bi weşandina çend pirtûkên di vî warî de xizmet kiribû.Pirtûka navborî ji bîranînên Refîq Hilmî pêk tê, ku bêhtir der barê Kurdistana Başûr de ye. Hilmî der barê dema Şêx Mehmûd de çavkaniyeke sereke pêşkêşî me kiriye ku bîra me ronî dike. Di dîrokê de jixwe çavkaniya herî mezin û bi îtibar ew ku ji aliyê nivîskarekî wisa ve hatibe nivîsandin ku bixwe dîtyar û şahidê dema navborî ye. Piştre dor tê ser dîroknûsên ku der barê demê de bi çavk Devamını Göster